“Karwaneke çekên Amerîka dê bigihê destê Pêşmerge ”

Amerîka-KDP.info- Berpirsekî pilebilind ji Wezareta Bergiriyê ya Amerîka ragihand ku di demeke nêzîk de dê karwaneke çek û pêdviyên leşkerî bigihên Herêma Kurdistanê da ku têkevin destê Hêzên Pêşmerge û di şerê li dijî DAIŞê de bikar bên.
Li gorî nûçeyeke Hgza News, Amerîka dixwaze ji embara xwe ya çek û teqemeniyan li Kuweytê çendîn cureyên çek û otomobîlên anti-gule û mulîdeyê karebayê û kelûpelên gihandinê û pijîşkî û cilên leşkerî yên anti-gule bigihîne Herêma Kurdistanê da ku bi ser Hêzên Pêşmerge de û li dijî DAIŞê bikar bên.
Li gorî çavkaniyê medya amerîkî, sala 2016an dê karwan li pey karwan ji çekên Amerîka bigihên Kurdistanê û li gorî biryareke Encumena Nûneran a Amerîka jî divê Pêşmerge heta 3 salan ji aliyê Amerîka ve were biçekirin.




