“PYDê girtina kurdan li ser ala Kurdistanê bi erk dibîne”

Rojava-KDP.info- Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ew desthilata kantonên PYDê ku heta niha newêre peykerên Esed bide alî, êrişî hildana ala Kurdistanê dike, ji ber ku pêwendiya wan ligel Esed berdewam e û herdu hevpeymanê hev in û yek bere ne.
Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew desthilata kantonên PYDê ku heta niha newêre peykerên Esed bide alî, êrişî hildana ala Kurdistanê dike, ji ber ku pêwendiya wan ligel Esed berdewam e û herdu hevpeymanê hev in û yek bere ne. Çend aliyên din di wê bereyê de li dijî ala Kurdistanê ne mîna Bexda û Tehran ligel PKK û PYDê, ku hemû bihevre ne û li dijî pirojeya neteweya kurd in.”
Wî endamê PDK-Sê wiha got: “YPGê ala Kurdistanê qebûl nake û dema ku davêjin ser malan û ala Kurdistanê daliqandî dibînin, dadixin û pêlêdikin. Di êrişa 17 mehê li ser ala Kurdistanê de, gelek xelk li ser bilindkirina ala Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatin girtin û heta niha jî beşek ji wan girtî ne û PYDê girtina kurdan li ser ala Kurdistanê bi erk dibîne.”




