Îbrahîm Binicî: Barzanî dikare wek Rojava, Kurdên bakûr jî yek bixe

Parlementerê Parlementoya Tirkiyeyê yê ser bi partiya aştî û demokrasî BDP Îbrahîm Binicî ragihand ku, di derbarê çareser kirina doza Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê de hêviya Kurdên Bakûrê Kurdistanê birêz Serok Barzaniye.
Parlemanterekî Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê amaje bi wê yekê dike ku Serokê Herêma Kurdistnê birêz Mesûd Barzanî çawa Kurdên Rojava yekxistin, her bi wî awayî dikare Kurdên bakûrê Kurdistanê jê yek bixe.
Bi daxûyaniyekê li gel govara sivîl parlemanterê BDP`ê Îbrahîm Binecî gotiye: Li Bakûrê Kurdistanê em tiştekî cuda naxwazin, çûnkî li vir 20 milyon Kurd dijîn, lê belê heya niha dewleta Tirkiyê kêmtirîn mafê me yê xwazayî nas nake, Mafê herî xwazayî Xwedê daye mirov (Zimane) ew jî li vir li ser Kurdan hatiye qedexe kirin. Lê belê jibo berjewendiya xwe li televizyonê bi zimanê Kurdî diaxivin, ev jî durûtiya AKP`ê nîşan dide.
Îbrahîm Binecî berdewam kiriye ku, wan tenê cave xwe ne li Herêma Kurdistanê ye belku cave wan li hemû xelkê Kurdistanê li her cihekî ye ku li hev bicivin û ew bizanin ku dem dema sazkirina konfranseke netewî ye bo her çar parçeyên Kurdistanê jibo bikarin yek gotar, yek helwest, yek hêz û yek daxwaziyên wan hebe.
Li gor dîtina parlemanterê Partiya Aştî û Demokrasiyê, Serokê Herêma Kurdistanê dikare wek çawa hêzên rojavayê Kurdistanê kirin yek, hêzên Kurdî yên bakûrê Kurdistanê jî bike yek û jibo vê mabestê jî, jibo cîbicîkirina daxwaziyên me Serokê Herêmê dikare vê role bilîze




