26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo mesîhiyan: Kurdistan welatê we ye, bi azadî û serbilindî tê de bijîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) û sala nû ya zayînî li mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: “Kurdistan welatê we ye, bi azadî û serbilindî tê de bijîn.”

Sibê (25ê Kanûnê) roja jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) e. Bi vê helkeftê Serok Barzanî peyamek belav kir û Kirîsmes li mesîhiyên Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku di van salên dawiyê de mesîhî li Iraqê rastî êriş û înkarê hatin û di encama êrişa DAIŞê de cihên dîrokî, bajar û gundên wan li parêzgeha Mûsilê ketin destê wan hovan. Barzanî wiha domandiye: “Lê şukur ji Xwedê re ku terorîst ji aliyê Pêşmerge ve hatin şikandin û bi hêviya Xwedê tinekirina wan jî nêzîk bûye û xûşk û birayên me yên mesîhî dê bi serbilindî vegerin ser warê xwe.”

Serok Barzanî di beşek ji peyama xwe de jî destnîşan kiriye ku Kurdistan welatê mesîhiyan e û ew dikarin bi azadî û serbilindî tê de bijîn. 

 

Nûçeyên têkildar