Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Elmeda kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Elmeda kir û di wê hevdîtinê de Fexrî Kerîm pesna rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina rubirubûna Pêşmerge ya dijî DAIŞ kir û serkeftin û qurbanîdanên Pêşmerge jî bi piştevaniyekî bihêz ji bo bereya Iraqî ya rizgarkirina axa Iraqê ji DAIŞ wesif kir.
Roja çarşem 23.12.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn, pêşwaziya Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Elmeda ya rewşenbîrî û ragihandin û hunerî û Serokê Civata Iraqî ya Aştî û Alîkariyê kir.
Li vê hevdîtinê de Fexrî Kerîm behsa rewşa siyasî û emniya Iraqê û wan serkeftinan kir ku li bereyên rûbirûbûna terorîstan de bi dest hatine. Her wiha rola Pêşmerge û hêzên Iraqiyan li şikandina DAIŞ de bilind nirxand.
Di mijareke din a vê hevdîtinê de behsa wê guvaşa cemawerî kirin ku armanca wan derbaskirina Iraqê ji wan qeyranan ku hereşe li welat dikin. Tekez jî li cîhbicîhkirin û kûrkirina çaksazî û bi dengveçûna daxwaziyên hemwelatiyan, di derbarê xizmetguzarî û wan binpêkirinên dijî bi demokratiyet û azadiyan de têkirin, kir.
Di beşekî din a hevdîtinê de behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser yekrêzî û yekxistina şiyanên bi navê şikandina terorîstên DAIŞ û hizra tundrewiyê kir.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bo ku pêgeha hevbeş a her dû aliyan li cenga dijî terorê bi hêztir bê û proseya çaksaziya demokratî li gor wê xwesta Iraqiyan pêkbîne.
Her wiha Fexrî Kerîm pesna rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina rubirubûna Pêşmerge ya dijî DAIŞ kir. Serkeftin û qurbanîdanên Pêşmerge jî bi piştevaniyekî bi hêz ji bo bereya Iraqî ya rizgarkirina axa Iraqê ji DAIŞ wesif kir.




