Libnan jî dê nûneratiya xwe li Hewlêrê veke

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Libnanê li Iraqê Welîd Elxuseynî kir û herdu aliyan behsa rewşa siyasî li Libnan û Herêma Kurdistanê kirin û şanda mêvan tekez kir ku, ew dê nûnertiya Libnanê li Herêma Kurdistanê vekin jibo ku dûra ofîsa nûnertiya Libnanê bibe Qunsilxane.
Îro 23 Kanûnê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Libnanê li Iraqê Welîd Elxuseynî kir.
Di divine de Welîd Elxuseynî xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê kir, herwiha rola Pêşmergeyên Kurdistanê û serkeftinên wan di şerê lidijî DAIŞê de bilind nirxand , herwiha pêkve jiyana li Kurdistanê bi bilindî nirxand, ji aliyekî din ve behsa rewenda Libnanê li Herêma Kurdistanê kir û ragehand ku ew bi kar, jiyan û mana li Herêma Kurdistanê xweşhalin, tekez kir ku hejmarek mezin ji karsaz û dewlemendên Libnanê dixwazin werin li Kurdistanê kar û weberhênanê bikin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya xwe arasteyî navborî kir li ser karê wî yê nû, hêviya serkeftinê ji wî re xwest, herwiha behsa pêwendiyên navbera Libnan û Herêma Kurdistanê kir, herwiha tekez kir ku, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe ligel Libnanê çalaktir bike û behsa wê kir ku rewnda Libnanê karê xwe bi aramî û bêyî ti pirsgirêkan li Herêma Kurdistanê dike.
Di beşekî din de ji axaftina xwe Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, Pêşmerge bê cudabûn beravaniyê diber hemû pêkhateyên Herêm aKurdistanê dike,herwiha teke kir ku, pêkhateyên Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk ligel hev dijîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vê pêkvejiyanê herdemê bihêztir dike.
Di dawiya civînê de, herdu aliyan behsa rewşa siyasî li Libnan û Herêma Kurdistanê kirin, Welîl elxuseynî tekez kir ku, ew dê nûnertiya Libnanê li Herêma Kurdistanê vekin jibo ku dûra ofîsa nûnertiya Libnanê bibe Qunsilxane.




