Serok Barzanî û Zehmetkêşan tekez li ser bidestxistina mafên gelê kurd kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de her du alî nêrînên xwe li dor kêşeyên navxweyî yên Kurdistanê li hev veguhastin û çawetiya çareserkirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinan jî rave kirin û tekez li ser hewldan bo bidestxistina tevahiya mafên rewa yên gelê Kurd hate kirin.
Îro Çarşemê 23/12/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bi Serokatiya Sekreterê vê partiya han Belên Ebdulah kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û deverê û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin û heyeta zehmetêkêşan rêzdariya xwe ya li hember berxwedan û qurbanîdana Hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de her du alî nêrînên xwe li dor kêşeyên navxweyî yên Kurdistanê li hev veguhastin û çawetiya çareserkirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinan jî rave kirin û tekez li ser hewldan bo bidestxistina tevahiya mafên rewa yên gelê kurd hate kirin.




