26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îtaliya: Serok Barzanî li cem me xwedî pêgeheke gelekî bihêz e..Xizmeta mirovatî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê civata pîran ya Îtaliyayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, “Serok Barzanî li cem me xwedî pêgeheke gelekî bihêz e û Serokêke ku xizmeta mirovatî dike lewre gel û hikûmeta Îtaliyayê kêfxweş in ku ligel Serokekî bi vê rengî xwedan têkilî ne.”

Îro Çarşemê 23/12/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Encumena Pîran a Îtalyayê Pietro Grasso û heyeteke pê re kir.

Di civîna han de ku her du Konsulusên Îtaliyayê yên li Bexda û Hewlêrê jî tê de beşdar bûn, Pietro Grasso kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe û hevdîtina xwe li gel Serokê Kurdistanê diyar kir û behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê jî kir û hebûna peywendiyên han jî bi girîng wesif kir û herwiha pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurd kir û rêzdariya xwe jî ya li hember qurbanîdan û berxwedana gelê Kurd diyar kir û perse û sersaqiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên şehîdên şerê dijî terorîstên DIŞIê kir.

Grasso di berdewamiya axaftinên xwe de rola Serokê Kurdistanê di îdare kirina rewşa heyî û Fermandarî kirina şerê dijî terorîstên DAIŞê û herwiha dabînkirina aramiyê bi roleke girîng wesif kir û got: “Serok Barzanî li cem me xwedan pêgeheke gelekî bihêz e û Serokêke ku xizmeta mirovatî dike lewre gel û hikûmeta Îtaliyayê kêfxweş in ku ligel Serokekî bi vê rengî xwedan têkilî ne.”

Grasso di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku Îtaliya ji bilî hevkariyên leşkerî dixwaze di piraniya warên din de jî têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêz bike û herwiha hewlên zêdetir didin daku piştgîriyeke zêdetir bo Kurdistanê misoger bikin û vekirina Konsulusxaneya Îtaliyayê jî belgeyeke girînge bo selmandina vê xwesteka han ya Îtaliyayê.

Li hember de jî Serokê Kurdistanê spasiya heyeta mêwan, hevpeymanan û hikûmet û gelê Îtaliyayê kir ku di demên dijwar de hevkariya gelê Kurd kirine.

Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember vekirina Konsulxaneya Îtaliyayê ya li Hewlêrê diyar kir û hêvî xwest ku têkiliyên navbera Îtaliya û Kurdistanê berfiretir û bihêztir bibin.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Serok Barzanî rewşa eniyên şer bo heyeta mêwan şîrove kir û anî ziman ku parê zêde yê şerê dijî terorîstên DAIŞê ketiye ser stuyê gelê Kurd lê gelê Kurd berxwe da û pêşmerge jî efsaneya DIŞIê têk bir.

Serok Barzanî diyar kir ku teror metirsiyeke mezin e û pêwîst e li cem rêbazên leşkerî di warê siyasî, hizr û îdeolojîkî û abûrî de jî şerê dijî terorîstan were kirin.
 

Nûçeyên têkildar