Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê hate vekirin..Alîkariyên Îtalya bo Kurdistanê dê berdewan bin

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Pîrên Îtalya Pêtro Graso, Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê bi fermî hate vekirin.
Bi amadebûna Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Pîrên Îtalya Pêtro Graso, herwiha hejmarek ji berpirsên Îtalya û Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê bi fermî hate vekirin.
Îro 22 Kanûnê di merasîmekê de balyozxana Îtalya li Hewlêrê hate vekirin, Serokê Encûmena Pîrên Îtalya Pêtro Graso xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê anzî ziman, herwiha amaje bi hewlên Îtalya û Herêma Kurdistanê debarê bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan de kir.
Navborî amaje bi wê yekê jî kirk u ew bi niyaze serdana serbaz û efserên welatê xwe bike. Ewên ku rahênanê bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, rola Pêşmerge di şerê lidijî DAIŞê de bilind nirxand û amaje bi alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo penaberan kir û spasya wê li ser vî karên giranbuha kir. Herwiha tekez jir ku alîkariyên leşkerî û yên mirovî yên Îtalya bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de pêşwazî li şanda Îtalya kir û xweşhaliya xwe bi vekirina Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê anî ziman û got: “Em gelekî şerefmendin bi pêşwazîkirina şanda Îtalya, herwiha em xweşhalin ku Îtalya balyozxaneya xwe li Hewlêrê vedike.”
Herwiha got: “Di destpêka şerê li dijî DAIŞê de Serokwezîrê Îtalya wek yekemîn serokwezîr serdana Hewlêrê kir û piştevaniya xwe bo me di hemû waran de diyar kir, em wê nameyê jibîr nakin û îro jî Serokê Encûmena Pîrên Îtalya û şanda ligel wî hatine Herêma Kurdistanê û balyozxaneya xwe li Hewlêrê vedikin, ev nîşana piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Di beşekî din de ji axaftina xwe Nêçîrvan Barzanî got: “Em spasya Efser û serbazên Îtalya dikin, ku rahênanê bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, herwiha em cejna Kirîsmis li wan û malbatên wan pîroz dikin, peyama me di dema ku me sînorekê bêhtir ji hezar km di şerê li dijî DAIŞê de heye ew ku, Herêma Kurdistanê û Iraqê pêwîstî alîkariya hemû welatên cîhanê ye.”




