26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamanterê kurd li Bexda: Bexda nikare bi pirçekirina PKKê yekrêziya kurdan li Badînan têk bibe

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Şandeke PKKl serdana Bexdayê kiriy û tê gotin ku Hikûmeta Bexdê dê çekan bide PKKê. Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nunerên Iraqê ragihand ku, Bexda dixwaze bi wî karî hem zorê li Tirkiyê bike, herwiha destê xwe bixe devera Badînan. Ew devera ku heta niha nikariye ti hêzeke din bixê û li yekrêziya kurdan  bide.

Şaxewan Ebdulah Biryarderê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nunerên Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bexda eger çekan bide PKKê, bi eşker nikare wê yekê bike û dê bi dizî bike, ji ber ku ditirse Tirkiye bersiva wan bide. Bexda bi wî karî dixwaze hem zorê li Tirkiyê bike û hem li devera Badînan desthilata PKKê berfirehtir bike. Tenê li wê deverê Bexda xelkê xwe nexistiyê ku bi wê yekê dixwaze yekrêziya kurdan têk bibe. Wa hêza Heşda Şeibî şandiye Kerkûk, Xormatu û Celewla û Seidiye û meramên xwe bi wê yekê pêk tînin.”

Ebdullah wiha got: “Ji ber ku ti roleke wê li devera Badînan tune ye, dixwaze herîkêm hêzeke wê hebe û pişta wê bigire û derzê li nava kurdan bixe. Dive ku hin xelkên nefisnizim û xerab ji ber pereyan demekê xwe bi Iraqê bifroşin, lê di dawiyê de  dê hest bikin ku ew kurd in û dê vegerin bereya gelê Kurdistanê, ji ber ku ew karê Bexdayê ser nagire. Bexda nikare bi pirçekirina PKKê yekrêziya kurdan li Badînan têk bibe”.
 

Nûçeyên têkildar