Hikûmet dê bi 50 miliyon dolara kêşeyên perwerdehî çareser bike

Duhî Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Kurdistanê bi amadebûna Burhan Ergûşî birêveberê giştî dîwanê, bi komîteya çareser kirina wan kêşeyan re civiya bi mebesta çareser kirina kêşeyên heyî yên di warê perwerdehî de Hikûmeta Kurdistanê bi qasî 50 miliyon dolar pare dabîn kiribû û bi mebesta şîrove kirina çawetiya bikar anîna wê pereyên han û çareser kirina kêşeyên heyî.
Di civîna han de giftûgo di derbarê çawetiya bikaranîna pereyên han bo çareser kirina kêşeyên warê perwerdehî li seraserê Kurdistanê û Deverên weqetandî de hate kirin.




