26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Kurdistanê: Di 5 mehan de 44 zarok hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Di heyama 5 mehên dawiyê de li bajarên Bakurê Kurdistanê 44 zarokan ji ber şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor lêkolînên Buroya Humanistan ku ji aliyê dadnasên derbarê mafê zarokan de dixebitin ve hatiye sazkirin, di heyma 5 mehên dawiyê de li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê 44 zarok hatine kuştin û 52 zarok jî birîndar bûne.

Buroya Humanistan di rapora bi navê “Em şer naxwazin! Em Naxwazin zarok bên kuştin!” de nav, temen û cihê 44 zarok hatine kuştin diyar kir.

Li gor rapora Buroya Humanistan ji 26 Tîrmeha 2015an heya 30ê Mijdarê li Amedê, Şirnex, Agirî, Mêrdîn, Stenbol, Wan, Colemêrg, Enqere û Edaneyê 44 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar