26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK û Hikûmeta Iraqê nêzîkî rêkeftineke siyasî dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke PKKê ji Qendîlê diçe Bexdayê û berpirsekî PDKê jî dibêje, eger Iraq çek bo fitne û tevliheviyê nede PKKê, çima nade Hêzên Pêşmerge?. Çavdêrek nêzîk ji PKKê jî wê serdanê bi erênî dibîne.

Çavkaniyeke agahdar ji Bexdayê ji Heftenameya Bas re ragihand, duhî şandeke PKKê serdana Bexda kir û ligel berpirsên Hikûmeta Iraqê civiyan.

Li gorî wê çavkaniyê, mebesta wê serdanê pêwendî bi nêzkbûna PKK û Iraqê heye, ji ber ku nakokî ketiye navbera Iraq û Tirkiyê û di wê navberê de Iraq dixwaze PKKê bikar bîne.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku pêşbîniya wê yekê tê kirin ku di vê rewşê de Iraq çekan bide PKKê heta bikaribe bi wê riyê guvaşê bixe ser Tirkiyê bi kişandina wê hêza ku anîbû nêzîkî bajarê Mûsilê û ew yek ligel berjewendiya Îran û Rûsya naguncê.
Ji aliyekî din ve, medyaya cîhanî jî ew yek eşkere kir ku biryar e Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dê nêzîk serdana Rûsa bike. Medya eşkere dikin ku çûna Demîrtaş pêwendî bi vekirina nûneratiya PYDê li Rûsya heye.

Lê çavdêrên siyasî, çûna Demîrtaş bo Rûsya bi neyasayî dibînin û Tirkiye dikare li dijî wî doza yasayî li dadgehên xwe veke, ji ber ku li ti welatekî nayê qebûlkirin ku welatek di şer de be ligel welatekê din û siyasetmedarên wî welatê serdana welatê din bikin.

Derbarê vê mijarê de, çavdêrê siyasî yê nêzîkî PKKê Fayeq Gulpî ragihand: “Di vê demê de tişta xwe bûye sedema nêzîkbûna PKK û Hikûmeta Iraqê, ew e ku herdu alî li dijî DAIŞê ne, herwiha di dema dawî de ji ber ku nakokî di navbera PKK û Tirkiyê de zêde bûye û ew nakokî roj bi roj zêde dibe, di heman demê de jî pêwendiyên navbera Iraq û Tirkiyê ji ber hatina hêza Tirk bi parêzgeha Mûsilê, lewma hinekî din pêwendiya Iraq û PKKê nêzîkî hev bûye, heta ku hefteya borî di Parlamentoya Iraqê de pêşniyar hat kirin ku PKKê li Tirkiyê wek opozisyona Tirkiyê were naskirin, herwiha Siûdî û Qeter û Tirkiyê li Erebistanê PKK wek terorîst hat naskirin.”

Fayeq Gulpî wiha got: “Li gorî wan egeran, dibe ku PKK û Hikûmeta Iraqê gotûbêjan li ser dijminên hevbeş wek DAIŞ û Tirkiye û hevpeymaniya îslamî li navçeyê bikin. Dibe ku Iraq, PKK wek rêxistineke siyasî û dijbereya Tirkiyê bibîne û ofîsekê jê re veke, lê hêj nexuyaye ku Iraq dê daxwaza çi ji PKKê bike.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ragihand ku, “Hikûmeta Iraqî berdewam hêncetan derdixe ku ew nikare çekan bide Hêzên Pêşmerge ku beşek e ji sîstema bergiriyê ya Iraqê, lewma eger hat û HikûmetaIraqê wî karê bike, dijayetiyeke mezin dixe nava siyasetmedarên xwe û diyar dibe ku ew tişta ku dike bo ftneyê ye. PKKê niha li Şingal, li Qendîl û li Xwakurkê pirsgirêk ji Başûrê Kurdistanê re derxistiye û gundên sînorî li ser xelkê qedexe kiriye, herwiha hêcet dane Tirkiyê ku bi navê lêdana PKKê li gund û xelkên Başûrê Kurdistanê bidin. PKK bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke pir mezin e û eger Bexda wê yekê bike mebesta wê fitne ye, eger mebesta fitne nebe, bila çekan bidin Hêzên Pêşmerge. Bexda dixwaze PKKê li dijî berjewendiya serxwebûna Kurdistanê bikar bîne.”
 

Nûçeyên têkildar