Serok Barzanî bi helkefta Mewlûdê: Hêvîdar dikim welatê me di bexteweriyê de bijî

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bîranîna ji dayikbûna pêxemberê Îslamê pîroz kir û di wê peyamê de hêvî xwest ku, ev helkeft û boneya pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê bike û dawiyê jî bi zulm û tundrewiyê û dagîrkeriyê bê û welatê me di bexteweriyê da bijî.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdar im ev helkefta pîroz bibê handerekî din ê çespandina hemû hêviyên bilind ên ola pîroz a Îslam li dadwerî û lêborînî û pêkvejiyan û ji hevdû hezkirin û rêz li hevdû girtin, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê ol dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroza Îslam didin.
Hêvî dikim ev helkeft û boneya pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê bike û dawiyê jî bi zulm û tundrewiyê û dagîrkeriyê bê û welatê me di bexteweriyê de bijî.
Wessselamun aleykum werehmetulla we berekatuhu
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Rebîulewel 1437 ê Koçî
22 Kanûna Yekema 2015 ê Zayînî




