26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perwerdeya Şingalê spasiya Dezgeha Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Rêveberê Perwerdeya Zimanê Kurdî li bajarokê Şingalê dibêje, piroseya xwendinê li ser Çiyayê Şingalê bi başî birêve diçe û spasiya Dezgeha Xerxwazî ya Barzanî dike li ser avakirina dibistanan û peydakirina pêdviyên xwendinê ji wan re.

Husên Xidir Heso ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha piroseya xwendinê li ser Çiyayê Şingalê bi başî birêve diçe, lewma ew spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin li ser wan alîkariyên ku pêşkêşî wan kiriye ji pêdviyên xwendinê herwiha avakirina dibistanekê ku zêdetirî 300 xwendevan niha tê de dixwînin, ku ew jî yekemîn dibistan dive li ser çiyayê Şingalê.”

Heso wiha got: “Li 5 dibistanên derdora Şingalê û li nahiyeya Sinunê jî, nêzîkî 1000 xwendevan dersên xwe dixwînin.”
 

Nûçeyên têkildar