Nûnerên Kurdan li Dewhayê: Emê piştgirya pêşinyara Riyad Sêf bikin ger bi mercên me razîbin
Gelek aliyên muxalefeta Sûriyeyê tevli civîna Dewha paytexta Qeterê bûn jibo ku hemû aliyên muxalefetê bibin yek û ew nûçên ku ji wêde tên diyar dikin ku nêzîk bûn di navbera wan de çê dibe, herweha li ser pêşniyara Riyad Sêf li hev dikin.
Ji aliyê xwe ve nûnerên Kurdan di civînên Dewhayê de mercên xwe pêşkeş kirin hemberî razîbûn bi pêşniyara Riyad Sêf ku heta nuke çaverê dikin hemû aliyên muxalefetê li ser wan mercan razîbin.
Di daxuyaniyekê taybet de ligel KDP.info Ismaîl Hemê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê diyar kir ku kurd heta nuke li ser a xwe ne jibo ku nûneratiya wan di komîteya tenfîzî de 15% be, herweha ku jibo her seroke komîteyekê cêgitekî Kurd bê danîn, û xala sêyê ya herî giring ku Kurd pêve girêdayî ne ewe ku di vê (wesîqet elehid) ya Qahîreyê ji nivre bê nivisandin.
Hêjayê gotinê ye ev Kongre bi rengekî sereke ji bo gengeşe kirina pêşinyara muxalifê serbixwe Riyad Sêf li hev civiyaye. Li gorî pêşinyara Riyad Sêf li şûna Encumena Niştimanî ya Sûriye, Heyeta Hewldana Niştimanî ya Sûriye bê avakirin




