PDK: Serdanên Bazanî bo Siûdî û Tirkiyê giring û serkeftî bûn..Pêwîstî bi reform û çareserkirina arîşeyan heye

Hewlêr-KDP.info- Encumena Serkirdatiya PDKê ragihand, rewşa navxwe ya Kurdistanê pêwîstî bi guhertin û çareseriyê heye û bo wê yekê jî guftûgoyê bi baştirîn rê bi nav kir. PDKê herwiha got, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare balansê di têkiliyên navbera Hewlêr û welatên cîran û welatên têkildar bi aloziyên li herêmê de biparêze.
Îro 20 Befranbarê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya.
Di civînê de PDKê çend mijarên giring ên wek rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, kirîza darayî ya li Kurdistanê, rewşa Iraqê, rewşa Sûriyê û şerê navxweyî yê li wî welatî û rewşa devera Rojhilata Navîn bi giştî, pêwendiyên navebra Hewlêr û Bexdayê, serxwebûna aborî û encamdana refroman bo baştirkirina rewşa jiyana welatiyan û şerê li dijî DAIŞê û rola Hêza Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de nirxandin û helwesta xwe li ser wan mijaran diyar kir.
Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin ku tê de Encumena Serkirdatiya PDKê bi 6 xalan helwesta xwe li ser mijarên navhatî diyar kir.
Di daxuyaniyê de behsa serdanên wê dawiyê yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo derve tê kirin û tê gotin, serdana Barzanî bo her du welatên Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê di wê rewşa niha de, nîşane û wateyeke giring hebû û wek serdanên serkevtî di proseya siyasî û dîplomasiya navxwe û derve de hatin binavkirin.
Daxuyanî dibêje: "Berdewambûna siyaseta Serokê Herêma Kurdistanê bo ragirtin û balansa pêwendiyên Hewlêr ligel welatên cîran û welatên têkildarî arîşeyên deverê bi taybetî û herwiha civaka navdewletî bi giştî, di wê rewşa aloz a ku Iraq û dever têde derbas dibin, gellek giring e û civînê piştevaniya xwe jê re nîşan da."
PDKê ragihand, rewşa devera Rojhilata Navîn û şerê çend alî yê Sûriyê û teror û aloziyên wê ku di encama hebûna çend aliyan û berjewendiyên cuda cuda de derketiye, encamên cuda cuda heye.
Derbarê rewşa Iraqê de jî PDKê daye xuyakirin, ku ti asoyeke zelal bo çareserkirina arîşeyan, awayê çareserkirinê yan jî nêrînên cud abo qutarbûn ji wan kirîzan xuya nake û dibêje, ew yek bûne sedem ku tevahiya pêkhatyeên beşdar di proseya siyasî ya Iraqê de pêdeçûneke ciddî bikin û xwandineke nû û guncaw bo bûyer û pêşhatan were kirin, ku li gor endaze û bandora gişt bûyerên navxweyî û derdorê be, bi taybet jinûve pêdeçûn bi şêweyê desthilatdariyê li Iraqê ku têde mafê hemû pêkhateyên netewî. Olî û mezhebî parastî bin û hevbeşiyek rasteqîn a Kurdistanê di aliyê siyasî û îdarî û leşker û darayî de misoger be.
PDKê tekez kir: "Bo rasterêkirina wê erka niştîmanî û mirovatî, komkirin û rêxistina navmala Kurdistanê û Iraqê û herwiha destnîşankirina rêyeke dirist û saxlem ku Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diakrin roleke giring têde bibînin û di ast bûyeran û egeran de be, pêwîst e."
Di beşeke din a daxuyaniyê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û arîşeyên heyî û bi taybet kirîza darayî ya li Kurdistanê hatiye nirxandin. PDK derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de wiha dibêje: "Rewşa Herêma Kurdistanê pêwîstî bi reformê û çareserkirina arîşeyan heye ku beşekê zêde ya wan arîşeyan di encama nirxandina şaş, nerast û nelojîk a hinek aliyan de çê bûne. Zêdebarî wê çendê jî PDK ji ber hestkirin bi berpirsatiya xw eli hember pirsên giring ênnetewî û niştîmanî, jiyan û debara welatiyan, dilgirannekirin û berxwedana xelkê Kurdistanê û piştgîrî li hêzên pêşmerge yên qehreman û hêzên navxwe ku di çeperên bergirî û parastina Kurdistanê ji dest hov û dirrinedeyên DAIŞê de berxwedanê dikin, bo yekalîkirina arîşe û pirsgirêkên navxweyî, bi çareserkirina arîşeyan bi rêya diyalogê re ye û her wek berê ku ew rê bi tekane rêya serdem (modern) û guncaw zaniye û dizane."
Encumena Serkirdatiya PDKê amaje bi têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û siyasetên şaş ên Iraqê li hember Kurdistanê dike û dide xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê di encama reftara nedirist a desthilatdarên Bexdayê û kêmbûna buhayê petrolê rastî kirîza darayî bûye.
PDKê piştgîrî da siyaseta serxwebûna aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi siyasetek baş bi nav kir, lê belê tekez kir, ku ji ber rewşa niha ya Kurdistanê pêwîst e reformên berfireh di gellek waran de bê kirin, daku debara jiyana xelkê dilsoj û berxwedêr ên Kurdistanê baştir be û were rêxistîtirkirin.
Li gor daxuyaniyê PDKê herwiha ragihand, ku pêwîst e giringî bi sektorên çandinî, tûrîzm û çend sektorên din were dan û bi hemû awayekê piştevaniya xwe bo pêngavên serxwebûna aborî û encamdana reforman anî ziman.
Şerê li dijî DAIŞê û rola hêzên pêşmerge di têkbirina çekdarên DAIŞê de mijareke din a civîna îro ya PDKê bûye. Li gor daxuyaniyê, di civîna îro ya PDKê de derbarê qehremaniya Hêza Pêşmerge û hemû hêzên din ên navxwe yên Kurdistanê de gotûbêj hat kirin û rola wan bilind hat nirxandin.
Daxuyanî wiha dibêje: “Rola qehreman a wan bûye cihê balkêşiya hemû cîhaniyan û ew bûne sembola wêrekî û berxwedanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û têkşikandina wan û paqijkirina piraniya deverên kurdistanî ku hatibûn dagîrkirin, tev Şingalê jî ku bi serpireştiya rasterast a Barzanî û merdatiya fermand e û pêşmergeyan û kurdên êzidî zirarek mezin li DAIŞê dan û pirraniya bajar û bajaro hatin rizgarkirin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encumena Serkirdatiya PDKê amaje bi paşketina lidarxistina Kongreya 14 a PDKê dike û da xuyakirin, ku ew yek ji ber hinek sedemên teknîkî û herwiha rewşa niha ya Kurdistanê û deverê bi giştî ye.
PDKê da zanîn, bo nirxandina wê mijarê ew dê di demek nêzîk de civînek taybet lidar bixin.




