Demîrtaş di serdana Moskovayê de wê nûneriya HDPê jî veke

KDP.info- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş dê serdana Rûsyayê bike û di serdanê de wê nûneriya partiye li Moskovayê veke.
Selahedîn Demîrtaş duhî ji televîzyoneke Tirkiyeyê re got, ezê roja 23ê vê mehê serdana Rûsyayê bikim.
Derheqê sedema serdana xwe de jî Demîrtaş got, em ê li Moskovayê nûnertiya partiya xwe vekin, ezê ji bo wê biçim.
Hevserokê HDPê her wiha ragihand, dê bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî hevdîtin bike û wiha got, em bi bandor in ji ber wê jî em dixwazin hêza xwe bikar bînin.
Demîrtaş beriya niha jî çûbû Amerîka û bi hinek rayedarên wî welatî û saziyên sivîl re hevdîtin kiribûn.




