Dîndar Doskî: Bi dijayetiya ala Kurdistanê dê şermezariyek di dîroka PYDê de bê nivîsandin

Dihok-KDP.info- Dîndar Doskî ragihand ku, ala Kurdistanê hemû kurd lihev kom dike, pêwîst e li cem hemû kurdan pîroz ba û rêz jê re hatiba girtin, ne dijayetiya wê hatiba kirin. Wek ku em dibînin PYDê dijayetiya ala Kurdistanê dike û ew yek dê bi şermezarî li ser wan bê behskirin.
Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dîndar Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ala Kurdistanê ne tenê ala partî û aliyekî siyasî ya perçeyekê Kurdistanê ye, divê em hemû şanaziyê pê bikin. Gerek PYDê ew kar nekiriba û sivkatî bi ala Kurdistanê nekiriba. Gerek yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê paratiba û rêkeftina Dihokê ya di bin serperiştiya Serok Barzanî de bi cih kiriba, lê mixabin PYDê ew rêkeftin piştguh kir.”
Doskî wiha domand: “Pêwîst bû PYDê ku xwe wek partiyake kurdî dibîne rêz ji ala Kurdistanê re girtiba û ew al li cem wan pîroz ba, ne rê li pêşiya hildana wê girtibana, lewma ew tişta ku PYDê kir em dilgiran kirin û ew yek dê wek şermezariyê li ser wan bê nivîsandin.”




