Serok Barzanî li Eniya Başîkê: Kurdistan bi nirx e, ji ber ku xwîn û qurbanî di ber de hatiye dan

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serdana eniyên şer ên eniya Başîkê kir û di wê serdanê de behsa qurbanîdana Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku bo parastina welat pêwîstî bi qurbanîdanê heye û Kurdistan bi nirx e, ji ber ku xwîn û qurbanî di ber de hatiye dan.
Roja şemî 19.12.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa bereyên şer û rewşa Pêşmergeyan, serdana sengerên Pêşmerge yên li bereyên şer ya li mîhwera Başîkê kir û li gel Fermande û Pêşmergeyên her sê mîhwera Xazir, Başîk û Naweran ve civiya.
Li vê serdanê da Serok Barzanî gotarek ji bo Fermande û Pêşmergeyên her sê mîhwera Başîk, Xazir û Naweran pêşkêş kir û tê de destxweşiyê li qehremanî û serkeftinên hêzên Pêşmerge li wan sê mîhweran kir û serxweşiyê jî li kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe bext kirine û şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa êrîşa berî çend rojan ya terorîstên DAIŞê ya li ser wan her sê mîhweran kir û ragihand ku zêdetirê meheke terorîst xwe ji bo vê êrîşê amade kirine û êrîşeke mezin li ser sengerên Pêşmerge encam dan, lê belê şikestekî mezin jî xwarin.
Serok Barzanî behsa li qurbanîdana Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku parastina welat pêwîstî bi qurbanîdane û Kurdistan ji bo wê yekê bi nirxe ji ber ku xwîn û qurbaniyê bi navê wê da daye û madem Kurdistan jî xwedî Pêşmergeye her serdikevê û eve jî xisterû ku cîhan bi çaveke rêz ve temaşa qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dikin.
Serok Barzanî balkişand li ser şerên vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge û terorîstan û ragihand ku ew şer waneyekî nû bûn ji bo xweragiriya me hemûyan û pêwîst e em xalên xwe yên lawaz nehêlîn û xalên xwe yên bihêz xûrttir bikîn.
Her li vê serdanê da Serok Barzanî li gel Fermande, Efser û piledarên her sê mîhwerên Başîk, Xazir û Naweran civiya û gûhda dîtin û nêrîn û têbîniyên wan yên li ser rewşa meydaniya bereyên şer û pêdiviyên Pêşmerge û her wiha wan plan û amadekariyên serbazî nirxandin ku li paşarojê de wan mîhweran li holê dane. Di vê civînê de Serok Barzanî rênuwênî û şîretên pêwîst ji bo Fermandeyên Pêşmerge xisterû.




