26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Karê wî aliyê bi nav kurd derheqê Ala Kurdistanê, cihê şermezariyê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êrişa hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê li dijî Ala Kurdistanê bi tundî rexne kir û got, “yên ew kar kirine bi navê kurd in û dê poşman bibin!.”

Serok Barzanî ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re nameyek şand û Roja Ala Kurdistanê li wê û endam û alîgirên wê pîroz kir.

Serok Barzanî her wiha êrişa Asayişa bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê jî bi tundî rexne kir û wiha got: “Karê wî aliyê bi nav kurd, cihê şermezariyê ye çimkî ew karê ku wan derheqê Ala Kurdistanê de kirin, heta dagîrkeran jî nekirine. Lê di dawiyê de ew dê şermezar û poşman bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya ENKSê jî kir ku Roja Ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê pîroz kiriye û wiha anî ziman: “Cihê kêfxweşiyê ye ku ruxmî hewlên yên qaşo kurd, we nehîşt Ala Kurdistanê bikeve erdê û bilind ma. Ji ber wê jî ez spsiya we dikim.”

Roja 17ê vê mehê, hêzên Asayişê êrişî çalakiya endam û alîgirên ENKSê ya pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê kiribûn, rê nedabûn Ala Kurdistanê were bilindkirin, hinek jî girtibûn.

Nûçeyên têkildar