Barzanî: Şehîdbûna her pêşmergeyekî dilê min birîndar dike.. Xwîna şehîdan dê me bigihîne serkeftinê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî Pêşmerge peyamek belav kir û ragihand, çekdarên DAIŞê mehekê amadekariya wan êrişan kiribûn.
Serok Barzanî, ku di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê ye jî, li ser şer û êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî di daxuyaniyê de eşkere kiriye ku DAIŞê mehekê amadekariya wan êrişa kiribû lê hêzên Pêşmerge karîn bi mêrxasî wan êrişan bişkênin û derbên giran li wan bidin.
Mesûd Barzanî her wiha diyar kiriye ku Pêşmerge kariye bi xwîn û canfîdayiya xwe heybet û efsaneya DAIŞê bişkêne û bibe sedema wê ku cîhan bi çavekî din li gelê Kurdistanê û Pêşmerge binêre.
Serok Barzanî aniye ziman ku terorîstên DAIŞê xwestin di roja Ala Kurdistanê de êrişî Pêşmerge bikin û alayê li ser milê wan bînin xwarê lê wisa nebû û Ala Kurdistanê ti carî nayê xwarê û dê hertim li ba bibe.
Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê spasiya Pêşmerge jî kiriye ku kariye bi mêrxasî û qehremanî li hember êrişên DAIŞê berxwedanê bike û ax û welatê xwe biparêze.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya gelê Kurdistanê jî kiriye ku di rojên zor de pişta Pêşmerge girtiye û zarokên wiha mêrxas û fedakar pêgihandiye.
Serok Barzanî spasiya hêzên hevpeyman jî kiriye ku di şerê DAIŞê de pişta Pêşmerge girtine û digirin.
Mesûd Barzanî xemgîniya xwe li hember şehîdbûna komek Pêşmerge di êrişên vê dawiyê yên DAIŞê de jî aniye ziman û gotiye, “Dema her pêşmergeyek şehîd dibe di dilê min de birînek vedibe. Lê baweriya min bi vê yekê heye ku xwîna pak a şehîdan dê gelê me ber bi serkeftinê ve bibe.”
Di van du-sê rojên dawiyê de çekdarên DAIŞê li eniyên Mexmûr, Guwêr û Naweran û Keskê dest bi êrişên berfireh li dijî Pêşmerge kiribûn lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.




