26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed.. Partîyên Bakur li dijî xendeqên PKKê û operasyonên dewletê derketin

Çavkanî: KDP.info
(Amed. Partîyên Bakur di Roja Ala Kurdistanê de)

Amed-KDP.info- Partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê di Roja Ala Kurdistanê de li dijî xendeqên PKKê û operasyonên dewletê derketin û ragihandin ku, siyaseta PKKê ya kolandina xendekan û  (rêveberîya xweser) ya bi çekdarî zerarê dide doza azadîya Kurdistanê û rê li valakirin û wêrankirina welêt xweştir dike.

Hereketa Azadî, Partiya Partiya Demokrasî ya Beşdarî (KADEP) ,Partiya Sosyalist a Azadiyê (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKURD), Platforma Demokratan (PDK-BAKUR) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro li Amedê, li ber AZC Plazayê, bi helkefta Roja Ala Kurdistanê daxuyaniyek dan û ji şer re  gotin ‘’na’’.

Di daxuyaniya partiyan de wiha hat gotin “Ew ala ku îro li ser Parlementoya  Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi serfirazî balêdibe, li perçeyên din ên Kurdistanê jî, di nav şer, wêranî û kuştinan de wek nîşana berxwedanê balêdibe.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin mexdûrên vî şerî jî berîya herkesî sivîl in, zarok in û wiha hat goti: “Dewleta Tirk, bi awayekî tûnd êrîşî xwepêşandanên sivîl dike. Her roj nûçeyên kuştinan belav dibe. Dewleta Tirk, xendekan ji xwe re dike hincet êrîşên xwe zêdetir dike. Dewlet bi siyaseta mijûl kirinê, çareserîya aşitîyane û siyasî texîr dike.”

Ji aliyê din rexne li siyaseta PKKê jî hatiye kirin û derbarê siyaseta PKKê de wihat ragihandin: “Siyaseta PKKê ya kolandina xendekan û  ’rêveberîya xweser’  ya bi çekdarî zerarê dide doza azadîya Kurdistanê; rê li vala kirin û wêran kirina welatê me xweştir dike.”

Di daxuyniyê de ji bo rawestandina şer û aloziyên li navçeyên Bakurê Kurdistanê bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê,  Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropa hat kirin.
 

Nûçeyên têkildar