Asayişa PYDê rigirî li alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

Rojava-KDP.info- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê nedan ku alîkariyên Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî derbasî bajarê Til Temirê bibin.
Îro 17 Kanûnê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Til Temirê xwest ku alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bighîn xelkê Til Temirê, ku berî çend rojan rastî êrîşên xwekujî hat û bi dehan kesên sivîl şehîd û birîndarbûn.
Çavkaniyekê ji Encûmena Xwecihî ya ENKS li Til Temirê ji BasNews re ragehand: “Hêzê Asayişê li Tiltemitê nehiştin ku alîkarî di riya endamên ENKSê re bêne belav kirin.”
Herwiha got: “Asayişê xwestiye ku wêneyê Barzanî ji ser otombîlan were rakirin, herwiha daxwaza lîsteya navê wan kesên ku wê alîkarî bighê wan, kiriye.”




