Ciwanên herçar perçeyên Kurdistanê: Bi saya rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir, îro ala me li cîhanê tê hildan

Hewlêr-KDP.info- Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin û gotin, bi saya bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir û di çarçoveya pêvajoya xebatkarî û diblomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku çawa Alaya Kurdistanê li serê çiya û qad û meydanan de dihate çiklandin, îro em tevayî dibînin ala me ya pîroz tê hildan di hemî merasîmên navdewletî di kêleka tevayî alayên cîhanî. Ev ast û cihê pîroz yê ku ala kurdistanê gehiştiyê bi saya siyaseta hekîmane ya cenabê Serok Barzanî.”
Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) Tevgera Ciwanên Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê), Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê) û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê (Rojavayê Kurdistanê) bi hekefta 17yê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê daxuyaniyek dan û tê de behsa rol û girîngiya Alaya Kurdistanê kirin.
Di roja 17ê Berfanbarê de di her sal miletê kurd seranserî herçar parçên Kurdistanê Roja Ala Kurdî bi bîr tînin û wê rojê pîroz dikin.
Di daxuyaniya komeleyên civanên her çar parçeyên Kurdistanê de wiha hat gotin: “Ala neteweyî ya Kurdistanê cara pêşîn di sala 1920 an de ji layê Komelgeha Xoybûnê ve hate dirustkirin ji bo nûneratiya kurdan di hemî bizav û xebata wan ji bo serxwebûnê ji Împeratoriya Osmanî û di serhildana Agiriyê (1927) de li serê Çiyayê Agiriyê hatîye hildan.”
Di daxuyaniyê de hat amaje kirin ku, di mîna vê rojê de berî 69 salan Alaya Kurdistanê li Komara Kurdistanê li Mihabadê de hate bilind kirin bi destê pakrewanê nemir Qazî Mihemed û berî bêt sêdaredan alaya pîroz radestî Mela Mistefa Barzanî kir da ku ala Kurdistanê bibe sembola kurdayetiyê.
Komeleyên ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê destnîşn kirin, îro di bin sîbera Ala Kurdistanê de Pêşmergeyên Kuridstanê şerê mezintrîn “rêxistina terorîst” a cîhanê (DAIŞê) dikin û berevaniyê di ber ala û xaka xwa ya pîroz dikin.
Di berdewamiya daxuyanî de wiha hat gotin: “Bi saya bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir û di çarçoveya pêvajoya xebatkarî û diblomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku çawa Alaya Kurdistanê li serê çiya û qad û meydanan de dihate çiklandin, îro em tevayî dibînin ala me ya pîroz tê hildan di hemî merasîmên navdewletî di kêleka tevayî alayên cîhanî. Ev ast û cihê pîroz yê ku ala kurdistanê gehiştiyê bi saya siyaseta hekîmane ya cenabê Serok Barzanî.”
Ciwanan bi helkefta vê rojê bang li civaka kurdan kir û wiha gotin: “Em di vê roja pîroz de bi navê ciwanên herçar parçên Kurdistanê bangewazî li hemî miletê kurd dikin ku aramanca wa ya sereke bibe yekrêziya helwesta kurdî û parastina pirojeya netewî ya kurdî da ku em bihev re bingeha Dewletbûna Kurdî avabikin.”




