26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê êrişî ahenga Ala Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info
Asayişa PYDê êrişî ahenga Ala Kurdistanê kir. Girkê Legê

Rojava-KDP.info- Asayişa PYDê ya Girkê Legê êrîşî merasîma bilindkirina mezintirîn Ala Kurdistanê kir


Li gorî çalakvanan, hêzên asayişa bajarokê Girkê Legê yê li bi 3 otomobîlên agirvemir av sar li beşdarên merasîmê reşandin û hewl dan ku rê nedin beşdarên merasîmê Ala Kurdistanê bilind bikin.

Li gor gotina wan çalakvanan, bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyan tevlî merasima bilindkirina Ala Kurdistanê bûn.

Hêzên Asayişê beşdarên merasîmê dorpêç kirin.

Îro 17ê Befranbarê roja neteweî ya Ala Kurdistanê ye û gelê Kurdistanê li her cihekê cîhanê vê rojê bi merasiman pîroz dikin.

Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêştir biryar dabû ku aleke mezin li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bilind bike. lê bi sedema astengiyên ku asayişê li pêşiya wilatiyan derxistin, nikarîbûn ahinga xwe bighînin serî.

Nûçeyên têkildar