Serok Barzanî: Bila em ala xwe biparêzin û peyamên wê bi cih bînin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Ala Kurdistanê peyamek weşand û di peyama xwe de diyar kir ku ‘’Ala Kurdistanê’’ nîşana yêkdengîya gelê Kurdistanê ye.
Îro (17.12.2015) Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, li ser facebooka xwe peyamek weşand û got; “Di roja Ala Kurdistanê de hezar silav li nîşana serbilindîya me û li şehîdên me. Ev roja pîroz bi canfedayî û qehremaniya Pêşmerge û berxwedaniya gelê Kurd hatiye afirandin.”
Serok Barzanî diyar kir ku Ala Kurdistanê nîşana yêkdengî û yekîtiya gelê Kurdistanê ye, ji bo geheştina rizgari û serbilindiya yêkcarî.
Herwaha Barzani di peyama xwe de got; “Ji bo bilind ragirtina wê alê ciwanên me di bereyên şer de, canê xwe didin û şehîd dikevin. Ji ber vê yekê pêwîste herkesek peyama vê alê rast werbigre û ew al bê parastin. Reng û hêma û sembolên Ala Kurdistanê nîşana aştî, azadîxwazî û serî netewandina gelê me ye. Ew baha û nirxên pîroz emanetê serkirdeyên me ye ji bo me maye, erkê me jî ewe bi parêzin û bigehînin nivşên nû.”
Di dawîya daxuyanîya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî wiha û got; “Pêdiviya me heye ku em ala xwe biparêzin û peyamên wê bi cîh bînin. Careke din roja Ala Kurdistanê li hemû pêkhateyên Kurdistanê pîroz be.”




