26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî cejna rojiyê li xuşk û birayên kurdên êzîdî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna rojiyê li xuşk û birayên kurdên êzîdî pîroz kir. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xweşhalim ku îsal di demek da cejna rojiya xuşk û birayên êzîdî pîroz dikin ku Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, azadkirina Şingalê wekî diyarî pêşkêşî xuşk û birayên êzîdî û gelê Kurdistanê kiriye. Azadkirina Şingalê hêjatirîn pîrozbahiye ji bo xuşk û birayên êzîdî li Kurdistan û seranserê cîhanê û kevandina birîna me û wan azîzane.

Peyama min ji bo xuşk û birayên Êzdî û hemû pêkhatên Şingalê eweyeku navçeyên wan bi dirêjahiya dîrokê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û pêkhatên cûda cûda bûye û pêwîste ew çanda pêkvejiyanê kûrtir û dewlemendtir bê kirin li devera Şingal û hemû Kurdistanê û rê nedin ku bi tu awayekî ziyan bi bexteweriya xelk û çanda pêkvejiyana Kurdistaniyan û xelkê Şingalê bê gihandin. Her wiha hêvîdarim hemû pêkhatên Şingalê li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo ewe bikin ku Şingal bi baştirîn awayî bê avadan kirin û her wiha kar jî ji bo ewe bê kirin ku li ruyê îdariyê ve navçeya Şingalê taybetmendiya xwe hebê û bibê parêzgeh.

Li vir ve xuşk û birayên êzîdî dilniya dikîn ku xelkê Kurdistanê pişt û penaya wene û tu hêzek nikarê we ji gelê me veqete û hemû şiyana xwe ji bo dabînkirina paşarojeke geş ji bo we yên xweşdivî mil bi milê gelê Kurdistanê dixîne holê.

Hêvîdarim ev cejin ji bo xuşk û birayên kurdên êzîdî bibê cihê xêr û xweşiya zêdetir û sal bi sal li sayeya Kurdistanekî aram û azad da û bi xêr û xweşî û kameraniyê de cejnên xwe pîroz bikîn.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.12.2015
 

Nûçeyên têkildar