Nêçîrvan Barzanî dê îro li gel mezine berpirsên Îranê kombe

Nêçîrvan Barzanî serokê hikumeta herêma Kurdistanê li gel şandekê bilindê herêmê duhî 10/11 bi daxwazeka fermî seredana Îranê kirin û biriyare evro û sube li gel mezine berpirsên Îranê kom bibin û çend pirsên giring bas bikin.
Nazim Debax, nûnerê hikometa herêma Kurdistanê li Tehranê di peywendiyeka telefunî da bo Evro bernamê şandê herêmê li gel berpirsên Tehranê diyarkir û got "li gel wezîrê derve yê Îranê, harîkarê serok komarê Îranê, serokê perlemanê Îranê, serokê civata asayîşa nîştmanî dê kombin û her yek ji wezîrê samanên siroştî, wezîrê akincîkirin û avedankirin, serokê desteya weberhênana herêmê, berpirsê fermangeha peywendiyên der ve yên herêmê dê li gel hevkufên xwe yên îranî kombûnên cuda cuda encam bidin ".
Samî Erguşî, skirtêrê rojnamevaniyê serokê hikumeta herêmê diyarkir şandê herêmê derbarey peywendiyên Herêmê û Îranê û çewaniya pêşxistina wan peywendiyan bi taybet di warê abûrî, bazirganî û wizê da dê li gel layenê îranî hêne baskirin zêdebarî pêşihat û guhirînên deverê bi giştî û rewşa siyasiya Îraqê




