Rîspî û misilmanên Şingalê soz dan Serok Barzanî..Parêzerê birayetî û pêkvejiyanê bin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel rîspî û misilmanên devera Şingalê civiya û di wê civînê de behsa hovîtiya terorîstên DAIŞê kir û eşkere kir ku bi dirêjahiya dîrokê ti dijminek weke DAIŞê tawanên qirêj li dijî gelê Kurd nekiriye, tawanên DAIŞê li dijî tevahiya gelê Kurd bûne û birînên xuşk û birayên êzîdî jî birînên tevahiya gelê Kurde û xuşk û birayên êzîdî ducaran li wan zilim hatiye kirin carek jiber Kurd bûn û careke din jî jiber êzîdî bûna wan.
Îro 16/12/2015 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta ji nêzve agehdar bûn ji rewşa devera Şingalê û hayedar bûn ji daxwazên şêniyên vê deverê û herwiha wergirtina pêşniyarên wan yên derbarê çawetiya awedan kirina Şingalê de li gel hijmareke zêde ji rîspî û misilmanên devera Şingalê civiya.
Di destpêka civîna han de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa giringiya siyasî, netewî, cografî û civakiya Şingalê bo gelê Kurd kir ku bi dirêjahiya dîrokê nimûneyeke baş ya bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî bûye.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazim e ev çanda bihevre jiyanê were parastin û bihêztir kirin û rê neyê dayîn daku careke din bi ti awayî zerer li çanda han û asûdeyiya şêniyên Şingal û gelê Kurd were dayîn û di vê warî de jî rola mamosteyên olî û olmendan roleke gelek girînge.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hovîtiya terorîstên DAIŞê kir û eşkere kir ku bi dirêjahiya dîrokê ti dijminek weke DAIŞê tawanên qirêj li dijî gelê Kurd nekiriye, tawanên DAIŞê li dijî tevahiya gelê Kurd bûne û birînên xuşk û birayên êzîdî jî birînên tevahiya gelê Kurde û xuşk û birayên êzîdî ducaran li wan zilim hatiye kirin carek jiber Kurd bûn û careke din jî jiber êzîdî bûna wan.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku terorîstên DAIŞê di warê leşkerî de li ser destê hêzên pêşmerge rastî şikest û wendahiyên gelek mezin hatine lêbelê nabe bi ti awayî rê were dayîn ku armanca DAIŞê ya bo têkdan û lawaz kirina biratî û bihevre bûnê were pêkanîn.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa giringiya awedan kirina Şingalê û herwiha giringî dan bi kertê abûrî û rewşa jiyana şêniyên deverê kir û ji ber vê yekê jî daxwaz ji xelkê Şingalê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve kir daku di vê warî de hevkarî û hemahengî li gel aliyên têkildar bikin daku bikaribin bi baştirîn awayî Şingal dubare were awedankirin û herwiha di warê îdarî de jî hewl were dayîn daku Şingal bibe parêzgeh.
Di berdewamiya civîna han de beşdarbûyên civînê spasiya Serok Barzanî kirin ku soza xwe ya bo azad kirina Şingalê bicîh aniye û Şingal ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kir.
Di dawiya civînê de jî derî bo pêşkêş kirina pirsiyar, pêşniyar û nêrînan hate vekirin û beşdarbûyên civînê jî çend pirs û pêşniyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersifa wan da.




