Serok Barzanî 198 rojan li eniyên şer maye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema şerê li dijî DAIŞê de bo demek dirêj li eniyên şer derbas kir. Barzanî di heyama 1 sal û 5 mehan de bi qasî 198 rojan li eniyên şer ma.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dehan rojan ligel hêzên pêşmerge li eniyên şer ma.
Hêmin Hewramî got: "Mesûd Barzanî ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve heya niha 198 rojan li eniyên şer fermandeyiya operasyonan kiriye."
Serok Barzanî herwiha yek ji wan kesan e ku di odeya hevrêzî û kontrolê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih digre.
Piştî êrişên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê, Amerîka û çend welatên rojavayî hevpeymaniyek li dijî wê rêxisitnê ava kirin û odeyek bo hevrêziya bi hêzên pêşmerge re li Hewlêrê vekirin.
Serok Barzanî hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge û Serokê PDKê jî ye, piştî êrişên berfireh ên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê, bi xwe serpireştiya hêzên pêşmerge kir û çendîn caran serdana eniyên şer kir.
Hêzên pêşmerge tekane hêza rêxistinî û xwedî bandor li Iraqê ne ku bi rastî û û bi awayeke serkevtî şerê DAIŞê dikin û karîne DAIŞê ratsî şikestinê bînin.
Hêzên pêşmerge bi DAIŞê re1 hezar û 50 km sînor heye û berevaniya sînorê Kurdistanê dike. Di şerê li dijî DAIŞê de heya niha hêzên pêşmerge zêdetirî 1 hezar û 300 şehîd dane.
Piştî derbasbûna15 mehan bi ser dagîrkirina Şingalê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzên pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymanan operasyonek bo kontrolkirina wê navçeyê pêk anîn. Di 13ê Mijdarê de hêzên pêşmerge bi timamî Şingal ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.
Di dawiya operasyonê de hat ragihandin, ku 300 çekdarên DAIŞê di operasyonê de hain kuştin û jibilî navenda bajarê şingalê, 28 gund jî ji çekdaran hat standin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serpireştî û fermandeyiya operasyona rizgarkirina Şingalê kir û li ser çiyayê Şingalê jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ku bi awayeke rasterast dihat veguhastin, nûçeya rizgarbûna Şingalê ragihand.
Serok Barzanî di warê dîplomatîk de jî pêgehek bilind û bihêz di asta cîhanê de heye. Her serok, serkirde û şandeyeke giring ku serdana Iraqê bike, serdana Barzanî dikin û bêyî dîtina Barzanî venagerin welatên xwe.
Di serdanên bo welatên derve de jî, Serok Barzanî wek serokê dewleteke serbixwe û xwedî bandorek mezin tê pêşwazîkirin.




