25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Iraqê behsa qonaxa piştî şerê DAIŞ kirin

Çavkanî: KDP.info
دیداری نێوان سه‌رۆكی هه‌رێمی كوردستان و ڕاوێژكاری ئاساییشی نیشتیمانیی عێراق.ئه‌مڕۆ.

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir û di wê civînê de behsa pêşketinên meydaniyên dawî ya şerê dijî terorîstên DAIŞ û her wiha serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqiyan li bereyên şer û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê DAIŞ kirin.

Roja sêşem 15.12.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê silav û rêzên Serok Wezîrê Iraqê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî derbirî ku ji bo cara duyeme ku li nêzîkî bereyên ceng li gel Serok Barzanî komdibê. Her wiha pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê jî li Serok Barzanî kir.

Di vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiya di navbera dewleta Iraqê û cîranan û babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî Musilê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû kêşeyên di navbera Iraq û cîranên wî li rêya diyalogê ve bêne çareser kirin û hewl jî bidin peywendiya di navbera Iraq û cîranên wî peywendiyekî baş bê.

Di beşekî dinê civînê de behsa pêşketinên meydaniyên dawî ya şerê dijî terorîstên DAIŞ û her wiha serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqiyan li bereyên şer û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê DAIŞ kirin û eve jî dûpatkirin ku pêwîste hemû navçeyên li bin destê terorîstan bêne derxistin û pêkhatên Iraqî jî rola xwe li paşaroja navçeyên xwe yê azadkirî de hebê.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku diyalog û hevdîtinên ji bo çareser kirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda berdewam bê.

Nûçeyên têkildar