26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perlemanê Kurdistanê dixwaze dermalê xwendevanên Herêmê û Bexda bike wek hev

Çavkanî: KDP.info

Bi merama wek hev kirina dermalê xwendevanên zanko û peymangehên navçên Îraqê ligel ê herêma Kurdistanê, lijnekî perlemanê Kurdistanê eve demeke kar dike jibo wê daxwaziya ku pêşkeşê perlemanê Kurdistanê bûye.

 Omer Nûredîn endamê perlemanê Kurdistanê di lijneya perwerde û xwendina bilind di daxuyaniyekê taybet de jib o KDP.info got:"piştî daxwaziya ku ji fidrasyona xwendevanan û Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê pêşkeşî lijna me di perlemanê Kurdistanê de hate kirin bi mebesta wekhevkirina  dermalê xwendevanên zanko û peymangehên navçên Îraqê ligel ê herêma Kurdistanê, lijna me eve demeke kar jibo vê yekê kar dike, bi taybetî di dema bûrî de yasayekî taybet jibo vê mebestê derxistiye, jiber vê yekê dive ew yasaye hemû xwendevanên Îraqê bigre."

Nûredîn got:"ew daxwazî pêwendî bi hikûmetê ve heye, jiber ku bi darayî ve girêdaye û di vê hikûmeta Îraqê budce dabîn bike bo herêma Kurdistanê jibo vê yekê û em niha ligel Wezareta daraiyê û xwendina bailind ya herêma Kurdistanê kar jibo vê yekê dikim.

 

Nûçeyên têkildar