25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi keda Serok Barzanî, navbera Bexda û Enqere xweş bû

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlamentereke kurd di Encumena Nûnerên Iraqê de ragihand ku, vekişandina beşek ji otomobîl û kelûpelên leşkerî yên hêza Tirk ji Başîkê helwesteke pozetîv ji Enqerê bû. Herwiha da zanîn ku, serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê roleke dîplomatîk dît û bû sedema jihevnêzîkbûna Bexda û Enqerê ew jî bi mebesta çareserkiriyeke rast û dadperwerî ji nakokiyan re.

Dr. Bêrîwan Xeylanî Parlamentera kurd di Encumena Nûnerên Iraqê de ji ser fraksiyona PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vekişandina beşek ji otomobîl û kelûpelên leşkerî yên hêza Tirk ji Başîkê helwesteke pozetîv ji Enqerê bû. Ev jî piştî wê hewl û keda Serok Barzanî bû di dema serdana wî ya bo Enqerê bi mebesta aramkiirna aloziya ku di navbera herdu welatan de serî hildabû.”

Wê parlamentera PDKê wiha got: “Serdana Serok Barzanî roleke dîplomatîk girîng dît û Bexda û Enqere jihevnêzîk kirin ew jî bi mebesta çareserkiriyeke rast û dadperwerî ji nakokiyan re.”
 

Nûçeyên têkildar