Şingal- Pêşmerge otomobîleke DAIŞê teqand

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku çekdarên DAIŞê bi otomobîleke bombekirî li çarêya Telqeseb a başûrê rojhilatê Şingalê êrişî Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge otomobîla wan teqandin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev duşema hazirî ye, terorîstên DAIŞê bi otomobîleke bombekirî li çarêya Telqeseb a başûrê rojhilatê Şingalê xwestin êrişî çeperên Pêşmerge bikin.”
Şeşo wiha got: “Lê Hêzên Pêşmerge otomobîla wan bi siwarî teqandin û nehiştin yek terorîst jê biflite.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Niha em li çeperên pêşî ne û rewş aram e.”




