Pêşmerge % 40 ji parêzgeha Mûsilê rizgar kiriye

Mûsil-KDP.info- Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvekiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ragihand ku, bi azadkirina Şingalê % 40 ji axa parêzgeha Mûsilê ket destê Hêzên Pêşmerge de.
Seydo Çeto Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvekiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi azadkirina Şingalê % 40 ji axa parêzgeha Mûsilê ket destê Hêzên Pêşmerge de. Ew % 40, 32 yekeyên îdarî ne û fermanberên wan navçeyên rizgarkirî dewamê xwe dikin, lewma divê % 40 ji budceyê Mûsilê ji wan re bê şandin û ew dever ne wek Enbar û Mûsil bên dîtin. Enbar hemû di destê DAIŞê de ye, lê bi berxwedana Pêşmerge % 40 ji axa Mûsilê di destê terorîstên DAIŞê hatiye derxistin û pêwîst e navçeyên rizgarkirî mûçeyê xwe werbigirin.”
Çeto wiha got: “Ev 2 sal in ku Bexda ti budce ji xelkê Mûsilê re neşandiye. Duhî Parêzgarê Mûsilê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û biryar e ew % 10 ji buckeye ji me re bişîninin.”




