26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Goran dixwaze welat ber bi desthilata milîsan ve bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ragihand ku nakeve eqlê ti kesî ku çawa Goran dixwaze hêzeke çekdarî amade bike. Ew gava wê siyasetekê pir şaş e û veger e box ala sifir û welat ber bi desthilata milîsan ve bibe. Birîkarê Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ev hêza Goran ava dike berevajî qanûnên Wezareta Pêşmerge ye.

Faris Newrolî Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Balek di nava Goran de heye ku bang bo avakirina avakirina hêza çekdarî bo partiya xwe dike. Bi rastî jî xemê jê re dixwin. Hem ji hêzekê hez dikin û hem dê wek guvaş bikar bînin.”

Newrolî wiha got: “Avakirina hêzekê bi vî awayî ji aliyê stratejîka siyasî ve pir şaş e, ji ber ku kurd derbasî qonaxeke nû bûne, lewma ev pêngava Goran veger e bi xala sifir û welat ber bi desthilata milîsan ve dibe. Goran banga demokrasî û guvaşa medyayî û pêngavên medenî dikir, xêr e niha dixwazin hêzeke çekdarî dirust bikin?.”

Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê wiha domand: “Li Herêma Kurdistanê hêzek heye bi nave Hêzên Pêşmerge, eger nebûye yek jî, lê dîsa hemû fermanên Wezareta Pêşmerge li ser wan tên bicihkirin, lewma ew hêza ku Goran dixwaze ava bike, asayîşa siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê têk dide.”

Ji aliyê xwe ve, Enwerê Hacî Osman, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand: “Wezareta Pêşmerge xwedî komet yasa û qanûn e û ew rê nade ti hêzeke din ku li derveyî Wezareta Pêşmerge were avakirin û ew hêza ku Goran ava kiriye berevajî qanûnên Wezareta Pêşmerge ne.”

Diyar e Tevgera Goran dixwest hêzeke çekdarî ava bike û niha li Çemçemal Endamekî Civata Goran dest bi nivîsandina navan kiriye.

Nûçeyên têkildar