26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa Amedê aloz bûye..Li Nisêbîn, Cizîr û Silopî qedexeya derketina derve

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li Amedê girseya li dijî qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê xwepêşanda li dar xistî, rastî êrişa polîsên Tirkiyê hat û di encamê êrişê de 2 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve didome, hêzên Tirk li nav taxên bajêr de bicîh bûne.

Dikandar û esnafên Amedê ji bo şermezarkirina bûyerên ku li Sûrê diqewimin, îro dikanên xwe venekirin, otobûsên rêwiyan kar nekirin û xwendekar û şagird jî neçûn dibistanê.

Îro li Amedê meşekê li dijî bûyerên Sûrê li dar ket lê ew meş rastî êrişa polîsan hat.

Di encama êrîşa polîsan de 2 ciwan bi navê Şiyar Salam (18) û Şerdil Cengiz hatin kuştin.

Li Amedê welatiyên ku li dijî êrîşên navçeya Sûrê rebûn serhildanê rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşa polîsan de 2 ciwan hatin qetilkirin.

Herwiha 2 xwepêşanderên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirine herdu xwepêşanderên rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Pewerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê.

Li Nisêbîn, Cizîr û Silopî qedexeya derketina derve

Li navçeyên Nisêbîna Mêrdîn, Cizîr û Silopiya Şirnexê fermana qedexeya derketina derve hat dayîn.

Walîtiya Mêrdînê ragihand, “ji ber hebûna çalakiyên terorê” dê îro saet 16:00 li navçeya Nisêbînê derketina derve were qedexekirin.

Li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê jî bi hêceta ku li Nisêbînê qedexe hatiye ragihandin, dê îşev saet 23:00 derketina derve were qedexekirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li navçeyên Cizîr û Silopî, ji ber rewşa ewlehiyê, tevahiya navendên fermî yên xwendin perwerdeyê dê ji îro ve girtî bimînin û mamostayên ku li deverên din çûne wan bajaran, dê vegerin malên xwe.

Nûçeyên têkildar