Berbijarên Komarî bo Obama: Divê Hêzên Pêşmerge werin biçekirin

Amerîka-KDP.info- Berpijêrên Komarî bo Serokatiya Amerîka Ted Cruz û Marco Rubio careke din di nava medyayê de dest bi rexneyan li Obama kirin û jê re gotin, divê Hêzên Pêşmerge werin biçekirin.
Di nava kêbirkêya berbijêrên komariyan div ê hefteyê de, pirsa biçekirina Hêzên Pêşmerge ketiye rojevê de û mijarekî germ. Hemû rexneyê li Obama digirin û dibêjin Hêzên Pêşmerge hêja ne ku werin biçekirin.
Berpijêrê Komarî bo Serokatiya Amerîka Ted Cruz bi tundî rexneyê li Obama digire û gelek zanyariyên wî li ser pirsa kurd li Rojhilata Navîn heye û di peymangeha Washington de bo karûbarê rojhilat gelek caran pirsa kurd nîşan daye. Ew bi tundî rexneyê li Obama digire û dibêje, Obama ji pitş de şerê DAIŞê dike û heta niha nikarî ye rasterast şerê wê bike. Herwiha dibêje, bihêzkirina êrişên asmanî û biçekirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve dê mezintirîn bandore li ser lawazkirina DAIŞê bike.
Herwiha Berpijêrê Komarî bo Serokatiya Amerîka Marco Rubio jî vê hefteyê bi tundî Obama rexne kir ku ew rêgir e li pêşiya biçekirina Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û dibêje, kurd bi serkeftî şerê DAIŞê dikin û pêwîst e Amerîka rasterast çekan bide Hêzên Pêşmerge.




