“Cihê milîsên çekdar li Kurdistanê tune ye”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, ew bi ti awayî rê nadin hêzên milîs li Kurdistanê çêbibin û her pêngavek bo wê yekê ji her partiyekê be, dê rastî helwesta me bê.”
Mihemed Sadiq Sûrçî Endamê Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina hêzeke çekdarî li Herêma Kurdistanê ku ne ser bi Wezareta Pêşmerge ve be, wek hêzeke nerewa û neqanûnî tê dîtin û dibe hêzeke milîsan. Wek wan hêzên ku niha li Bexdayê hene.”
Sûrçî wiha got: “Em wek Lêjneya Pêşmerge bi hemû awayekî avakirina hêzeke çekdarî red dikin û qebûl nakin jî were avakirin û her partiyek nêta wî bi avakirina wê hebe emê red bikin û dê helwesta me jê re hebe.”
Mihemed Sadiq Sûrçî wiha doamnd: “Her hêzek were avakirin divê di çarçoveya Hêzên Pêşmerge de be ne li derveyî Wezareta Pêşmerge, wek çawa hêzek bo kurdên êzîdî û şebek û xiristyanan hatin avakirin û ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne.”
Tevgera Gorran dixwaze hêzeke çekdarî li Herêma Kurdistanê ava bike û niha endamekî Civata Niştimanî ya Gorranê dest bi nivîsandina navê wan kesan kiriye ku dixwazin di wê hêzê de cih bigirin.




