26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PDKê li hember xewna mezin a Kurdistanê hewlên mezin daye”

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Hêmin Hewramî ragihand ku, Serok Barzanî bawerî li cem cîhana azad çêkiriye ku stratîjiya kurdan ew stratîjîk e ku cîhana azad bihêz dike lewa piştgîriyeke pir mezin dibîne li navçeye. Herwiha da zînin ku, PDKê li hember xewna mezin a Kurdistanê hewlên mezin daye.

Endamê Serkirdatiya PDKê ku hevdem Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê ye, îro Yekşemê semînareke vekirî bo hejmarek kadro û pêşmergeyên dêrîn û endamên PDKê yên ser bi şaxa 6 a Ewropa, pêşkêş kir.

Hewramî di serî de behsa rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, PDKê li hember xwena mezin a Kurdistanê hewlên mezin daye, lewma divê aliyên siyasî dirk bi vê rewşa sitratejîk a Kurdistanê bikin û dive hevkar bin û keda Serok Barzanî nekin qurbanî berjewendiya teng a hizbayetî.

Hêmin Hewramî ragihand ku, Serok Barzanî bawerî li cem cîhana azad çêkiriye ku stratîjiya kurdan ew stratîjîk e ku cîhana azad bihêz dike lewa piştgîriyeke pir mezin dibîne li navçeye. Ev piştgîrî jî nexşeya pêwendiyên navçeyên guhertine û pêwendî ligel Kurdistanê bi wateya piştevanî bi azadî p demokrasî û pêkvejiyanê ye li navçeyê.

Nûçeyên têkildar