Azad Tofîq: Ti hêzeke kurdistanî nikare piştgiriya dewleta Kurdî neke

Hewlêr-KDP.info- Endamê Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Tofîq ragihand ku, ti hêzeke kurdistanî nikare piştgiriya dewleta Kurdî neke û her hêzek ku piştgiriya wê nekê dê bihetike.
Azad Tofîq Endamê Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Kurdistan 24 re ragihand: “Em hemû razî li ser pirsa kurdî û nasnameya kurdî û mafê çarenivîsê û avakirina dewleta kurdî ti hêzeke kurdistanî nikare piştgiriya dewleta Kurdî neke û her hêzek ku piştgiriya wê nekê dê bihetike.”
Tofîq wiha got: “Pirsgirêk di mîkanîzma hêzên siyasî yên Kurdistanê de bo avakirina dewleta kurdî heye. Pêwîstiya kurdan bi yek gotariyê heye, herwiha dive hêzên siyasî zêdetir rast û zelal bin bi hev re.”
Derbarê giringiya serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, Tofîq ragihand: “Ew serdana birêz Serok Barzanê xwedî pêgeh û giringiyeke mezin e, pêwîst e rêz li wê serdanê were girtin û danîna ala Kurdistanê di merasîmên navdewletî de tê wateya îtîrafeke navdewletî bi kurdan. Ez wê serdanê û bilindkirina ala Kurdistanê bilind dinirxînim. Lê divê em hemû bi hev re yekgotar bin.”




