25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka dê heta 3 salan rasterast çekan bide Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info
ئێد ڕۆیس سه‌رۆكی كۆمیته‌ی كاروباری ده‌ره‌وه‌ی ئه‌نجوومه‌نی نوێنه‌رانی ئه‌مه‌ریكا.

Amerîka-KDP.info- Serokê Komîteya Karûbarê Derve ya Encumena Nûnerên Amerîka dîsa tekez kir ku, heta 3 salan ewê bi awayekî rasterast çekan bidin Hêzên Pêşmerge.

Piştî ku Êd Roys Serokê Komîteya Karûbarê Derve ya Encumena Nûnerên Amerîka diyar kir ku wan daxwaz ji Serokê Amerîka Barack Obama kiriye ku heta 3 salan çekan bi awayekê rasterast bidin Hêzên Pêşmerge, îro careke din Roys dûpat kir ku prose li Komîteya Karûbarê Derve ser keftiye û hatiye pesendkirin û ew biryar dê were cihbicihirin.

Li gorî wê pirojeya ku Encumena Nûnerên Amerîka bi piraniya dengên Komarî û Demokratan hatiye pesendkirin, divê Amerîka heta 3 salan rasterast çekan bide Hêzên Pêşmerge.

Di wê pirojeyê de amaje bi hejmara qurbaniyên Pêşmerge hatiye kirin ku 8500 qurbanî ji şehîd û birîndar in û ew li şûna hemû cîhanê bi çekên kevin û bêçek jî şerê DAIŞê dikin û serkeftinên mezin jî bi dest tînin.

Êd Roys careke din bo medyayên Amerîka dibêje, ew çekên ku di destê milîsên şîe û hêzên din ên Iraqê de ne li hemberî çekên Pêşmerge, çekê giran in. Hêzên Pêşmerge bi cidî şerê DAIŞê dike û dîsa jî çekên pêwîst di destê wan de tune ne.

Roys wiha got, biçekirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve pirojeyek e û hem komarî û hem jî demokrat pişrgiriyê lê dikin û dê heta 3 salan Amerîka rasterast çekan bide Pêşmerge.

Nûçeyên têkildar