26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ocalan: Dive ku tiştên girîng rû bidin û Enqere piştgiriya dewleta kurdî bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocalan Siyasetmedarê kurd û birayê Rêberê PKKê ragihand ku, dibe di paşerojê de tiştên pir girîng di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rû bidin û Enqere piştgiriya dewleta kurdî bike.

Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Rojhilata Navîn tenê Herêma Kurdistanê dostê Tirkiyê ye, lewma dibe ku di pêşerojê de pir tiştên girîng di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rû bidin. Danîna ala Kurdistanê jî di çarçoveya serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, wê yekê diyar dike ku di paşerojeke nêzîk de, Enqere dê piştgiriya hebûna dewleta kurdî bike.”

Osman Ocalan wiha got: “Serok Barzanî naxwaze şerê navxwe li Tirkiyê derkeve û dixwaze şer li Bakurê Kurdistanê bi dawî were û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike, ji ber ku roja wî pir bi bandor e û yekalîker dibe bo ew pêvajo ser bigire. Di heman demê de divê careke din Qendîl û serkirdeyên PKKê bizanin ku nûnerê kurdan Serok Barzanî ye, ji ber ku hebûna Barzanî bo herçar perçên Kurdistanê girîng e.”

 

Nûçeyên têkildar