Qayîmeqamê Şingalê: PKKê rast nabêje..Hêj ji Şingalê derneketine

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, bo avakirina Şingalê, pilan û alîkariya navdewletî pêwîst e ji ber ku % 80 ji bajêr wêran bûye û hewl jî bo vê mebestê berdewam in. Herwiha diyar kir ku, PKKê tenê bi axaftinê dibêje em ji avahiyên hikûmî derketine, lê gotinên wan nerast in.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji dema azadkirina Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve heta niha, bo avakirina Şingalê tiştek nehatiye kirin, lê hewl berdewam in û pilan amade ne û bêguman pêdvî bi alîkariya navdewletî heye, ku bajêr avedan bibe û xelk vegerin ser malên xwe. Her wek Serok Barzanî beriya 2 rojan ragihand ku % 80 ji Şingalê wêran bûye û pêwîstî bi pilan û alîkariya navdewletî heye.”
Xelîl wiha got: “Ji aliyê ewlehiyê ve, Şingal di rewşeke baş de ye û Hêzên Pêşmerge bi başî diparêzin û metirsiya terorîstên DAIŞê nehiştine.”
Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “PKKê tenê bi axaftinê dibêje em ji avahiyên hikûmî derketine, lê gotinên wan nerast in. Hêj ew ji Şingalê derneketine.”




