Serokariya Kurdistanê: Kiryarên terorîstî li Rojavayê Kurdistanê îradeya gelê kurd bihêztir dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokariya Herêma Kurdistanê teqînên li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bi bûyerên dilhejîn bi nav kir û ew teqîn bi tundî şermezar kir. Serokariya Kurdistanê tekez kir, ku kiryarên wisa îradeya gelê kurd bo rûbirûbûna terosîtan bihêztir dike û got: Di dawiyê de serkevtin û serbilindî bo gelê me ye.
Îro Serokariya Herêma Kurdistanê derbarê teqînên li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha dest pê dike: “Êvariya roja pênşemiyê 10ê/12/2015ê cardin terorîstan tawaneke nemirovane li dijî xwîşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn û di encama zincîrek êrişên terorîstî bo ser bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê de bi dehan welatî şehîd û dehan kesên din jî birîndar bûn.”
Serokariya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku terorîst pabendî ti nirxên mirovahiyê nînin û got: “Em bi tundî wê kiryara kirêt û qirêj a terorîstan şermezar dikin ku amajeyeke zelal e jibo hovîtî û tirsnokiya terorîstan ku pabendî ti nirxên mirovahiyê nînin.”
Serokariya Herêma Kurdistanê teqînên li Rojavayê Kurdistanê bi bûyerên dilhejîn bi nav dike û serxweşiyê li gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û li kesûkarên şehîdên wê bûyerê dike û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwaz e.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokariya Herêma Kurdistanê destnîşan dike, ku terorîst dê di dawiyê de rastî şikestinê werin û dibêj: “Em li wir tekez dikin ku bûyerên wisa îradeya me hemûyan bo rûbirûbûn û têkbirin û jinavbirina terorîstan û dijminên mirovahiyê bihêztir dike û di dawiyê de serkevtin û serbilindî bo gelê me ye û şikestin jî dê ji terorîstan re bimîne.”




