25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û HDPê behsa proseya çareseriyê kirin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re civiya.

 


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro piştî nîvro bi şandeke HDPê re civiya.

Serok Barzanî li cihê mana xwe li hotêla (TSİ) JW Marriott Hotel li Enqerê pêşwazî li şandeke pilebilind a HDPê kir.

Şanda HDPê, ji Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag, Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Leyla Zana, Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat  û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir pêk hatibû.

Herwiha di civînê de Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî amade bû.

Civîna Serok Barzanî ya bi şanda HDPê re di saet 17:25 de bi dawî hat.

Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Leyla Zana piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, ku civîna HDPê bi Serok Barzanî re serkevtî bû.

Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî derbarê naverok û encama civînê de got: “Di civînê de behsa proseya çareseriyê hat kirin.”

Piştî ku civîna Barzanî ya bi HDPê re bi dawî hat, bi çend aliyên din ên kurdî yên Bakurê Kurdistanê re civiya.

HDPê derbarê vê civînê HDPê daxuyaniyek belav kir û têde hatiye: “Di civînê de behsa paşeroja navçeyê wek kirîza Sûriyê, Gef û êrîşên DAIŞê û yekrêzî û hemahingiya di navbera Kurdan de hate kirin.”

Nûçeyên têkildar