Serok Barzan: Ji bo Efrînê çi pêwîst be emê bikin..Emê piştgiriya kurdên Bakur bikin

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, çi destê wan were dê ji bo herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bikin. Serok Barzanî her wiha got, “pêvajoya çareseriyê” ya Bakurê Kurdistanê didome.
Serok Barzanî piştî hevdîtina bi rayedarên Tirk, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serok Barzanî diyar kir ku di hevdîtinên digel rayedarên Tirk de behsa şerê DAIŞê her wiha aloziya ku ji ber hêzên Tirk ên li Başîka Mûsilê derketiye, kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û got, pêvajo didome. Emê piştgiriya kurdên Bakur bikin da ku di pêvajoya çareseriyê de rijd û berdewam bin…
Li ser rewşa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ku ev demek e ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên mîna El Nusra ve hatiye dorpêçkirin jî Serok Barzanî got, çi ji destê me were emê ji bo Efrînê bikin
Derheqa pirsgirêka navbera Bexda û Enqerê de Serok Barzanî wiha axifî: "Em ne aliyekî vê pirsgirêkê ne û berî serdana xwe y abo Tirkiyê ez bi telephone ligel Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê axifîm û îro jî şandeke girîng a Tirkiyê li Bexdayê ye û hêvîdar im pirsgirêk bên çareser kirin."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, îro li wê koşka ku nameya Mela Mistefa Barzanî ji ber kurdbûna wî hat vegerandin, pêşwazî li Ala Kurdistanê tê kirin.
Serok Barzanî di çarçoveya guherîna nêrîn û helwesta Tirkiyê li hember kurdan de bîranîneke Mela Mistefa Barzanî vegot.
Serok Barzanî wiha behsa wê bîranînê kir: “Di salên 60î de cenabê Barzaniyê nemir derheqê wan sûc û tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, nameyek ji Sekreterê wê demê yê NY re nivîsî û di nameyê de behsa şewitandina gundan, kuştina jin û zarokên kurd kiribû. Mistefa Barzanî nusxeyek ji wê nameyê jî ji serok û lîderên dinyayê re şandibû, yek ji wan lîderan jî serokomarê wê demê yê Tirkiyê Cevdet Sunay bû. Beşek ji serokan bersiva nameyê dabûn hinek ji wan jî bersiv nedabûn lê tenê serokomarê Tirkiyê bêyî ku nameya Barzaniyê werbigire, yekser bi heman adresê vegerandibû. Lê îro li heman wê Koşka ku nameya Barzanî hat vegerandin, pêşwazî li me û Ala Kurdistanê tê kirin. Ji bo min guherîna vê psîkolojiyê pir girîng e.”




