26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perlamenterên BDP ê jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Çavkanî: KDP.info

Ji ber ku hikûmeta AK Partiyê gavan navêje û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de pêk nayne¡ îro parlamenterên BDP'ê li Amedê dest bi greva birçîbûnê dikin.

 Piştî parlementera bajarê Amedê Emîne Ayna û parlementerê bajarê Wanê Ozdal Uçar dest bi rojiya birçîbûnê dikin¡ îro jî (10/11/2012) dê bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ku derbasî roja xwe ya 60'an bû 8 parlementerên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gorî daxuyaniya BDP'ê¡ dê di 11'ê mehê de li gelek bajarên ku BDP xwedî hêz e çalakî¡ meş û xwepêşandanan li dar bixin.

Çavlirêye îro li demjmêr 11'yê sibehê li avahiya BDP'ê ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn û di nava wan de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak 8 parlementer çalakiya xwe ya rojiya birçîbûnê ragihînin

Nûçeyên têkildar