Serok Barzanî li ser danîna ala Kurdistanê spasiya Davûtoglu kir..Davûtoglu: Divê em alîkariya hev bikin

Enqere-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu kiriye ji ber danîna ala Kurdistanê di hevdîtina wî û xwe de.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinên Serok Barzanî bi rayedarên Tirk re daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serok Barzanî duh danê êvarê bi li Koşka Aksarayê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Erdogan bi germî pêşwazî li Barzanî kir û serkeftina Pêşmerge di şerê Şingalê de li wî pîroz kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî û Erdogan li ser kirîza hatina hêzên Tirk bo devera Başîkê ya Mûsilê jî gotûbêj kirine û tekez kirine ku divê ew mesele bi rêya diyalogê were çareserkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de behsa wê jî hatiye kirin ku Serok Barzanî û Serokomar Erdogan behsa pêwendiyên siyasî û aborî yên Hewlêr û Enqerê kirine û lazim dîtine pêwendiyên han xurt û bihêztir bibin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Serok Barzanî û Davûtoglu jî, ku piştî hevdîtina bi Erdogan re pêk hat, ragihandiye, Davûtoglu kêfxweşiya xwe bi dîtina Barzanî nîşan daye û gotiye, aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê pir girîng e.
Li gorî daxuyaniyê, Davûtoglu li ser şerê DAIŞê jî gotiye, divê her du alî hevkariya hev bikin çimkî DAIŞ dijminê hevbeş ê her du aliyan e
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Serok Barzanî û Davûtoglu behsa pêwendiyên Tirkiyê û gelê kurd kirine û pêşveçûnên ku di wî warî de çêbûne, anîne ziman.
Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa danîna ala Kurdistanê di hevdîtina Serok Barzanî û Davûtoglu jî kiriye û ragihandiye, cara yekemîn e di dîroka pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê tê danîn. Barzanî ji ber vê yekê spasiya Davûtoglu kiriye.
Dema Serok Barzanî li balafirxaneya Enqerê ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinilîoglu ve hat pêşwazîkirin jî ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.




